Derbarê bûyerê de berdevkê polîsa Helebçeyê Akam Qutbedîn ji Nûçe TV re got di demjimêr 12:15 xulekan dema nîvro de, ew ji rûdana teqînekê li taxa Kanî Maran hatin agahdarkirin.
Piştî bûyerê, hêzên ewlehiyê yên Helebçeyê bi lez çûn cihê bûyerê û lêpirsînek li ser da destpêkirin.
Pişt re polîsan got, bûyer di xaniyekî de dema guleyek hat guherandin qewimî.
Di encamê de 2 welatiyên bi navên Newzad Marif Salih ê 38 salî û Serheng Kabir Emîn ê 32 salî jiyana xwe ji dest da.