Di encama şewata li Êlihê 3 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê, hejmara kesên ku di şewata beşa sawna ya holeke werzîşê de mirine, derket 3’yan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh li Taxa Gultepe ya Êlihê, demjimêr derdora 16:20'an, di holeke werzîşê ya taybet de ji ber sedemeke nediyar agir derket.

Li gorî nirxandinên pêşî, şewatê li beşa sawnayê dest pê kiriye.

12 Kesên ku di bin bandora dumanê de mabûn, ji aliyê tîmên rizgariyê ve hatin derxistin û bo nexweşxaneyên bajêr hatin veguhastin.

Gulsum Oztekin Tunç a 27 salî, dayika 2 zarokan e ku di şewatê de bi giranî birîndar bû, tevî hemû hewldanan jî li naxweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Der barê şewatê de lêkolîn berdewam dikin

Waliyê Êlihê Ekrem Canalp diyar kir ku di şewatê de 12 kes di bin bandora dumanê de man û eşkere kir ku li ser sedema derketina agir lêkolînên tîman berdewam dikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye