Îsraîl: Me du Fermandarên Hemasê li Xezeyê kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan du fermandarên Hemasê li Xezeyê kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan Mihemed Xeleh ku fermandarekî baskê leşkerî yê Hamasê ye, duh di êrîşên asmanî yên li ser bakurê Xezeyê de kuşt.

Li gorî artêşa Îsraîlê, Xeleh di êrîşa 7'ê Cotmehê ya li ser Îsraîlê de beşdar bû.

Li gorî rojnameya Îsraîlî Yedi'oth Ahronoth, li ser malpera xwe ya (Ynet) diyar kiriye ku Xeleh di navenda hilberîna çekan a baskê leşkerî yê Hemasê de xwediyê pozîsyoneke serokatiyê bû.

Xeleh ji bo pêşxistina hêza leşkerî ya Hemasê li seranserî Xezeyê xebitiye.

Her wiha Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan duh Ehmed Dehlan, endamê baskê leşkerî yê koma Cîhada Îslamî, li bajarê Xan Yûnisê di êrîşeke din a asmanî de kuşt.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye