Di 27'ê Hezîrana 2025'an de, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump, li Qesra Spî Washingtonê li gel Wezîrê Derve yê Rwanda Olivier Nduhungerehe û Wezîra Derve ya Komara Demokratîk a Kongoyê Therese Kayikwamba Wagner civîya.
Komara Demokratîk a Kongo û Rwanda di daxuyaniya xwe de gotin ku wan li Washingtonê lihevkirinek aborî pêk anîne.
Ev yek di demeke ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump hewl dide ku lihevkirinek aştiyê pêk bîne û veberhênana Rojavayî li herêmê teşwîq bike pêkhat.
Reutersê berê ragihandibû ku tîmên teknîkî yên ji şandeyên her du welatan roja Înê çarçoveya entegrasyona aborî ya herêmî de li hev kirine.
Wezareta Derve ya Amerîkayê piştî civîna komîteya çavdêriya hevbeş têkildarî mijarê duxuyaniyek weşand.
Wezareta Amerîkî dibêje; "Entegrasyona Aborî ya Herêmî deverên sereke ji bo pêşvebirina hevkariya aborî û pêşketina di navbera her du welatan de ye."
"Dîroka îmzekirina peymana aborî hîn nehatiye diyar kirin"
Tê diyarkirin ku her du serok wê di serdana xwe ya Qesra Spî de peymanê îmze bikin, lê hîn dîroka serdanê nehatiye diyar kirin.
Li gorî daxuyaniyan vekişîna hêzên Rwandayê ji rojhilatê Kongoyê û operasyonên ji bo ji holê rakirina gefên koma çekdar yên Hêzên Demokratîk ya li Kongoyê vedihewîne, bi pêkanîna berbiçav a rêkeftineke berê ve girêdayî ye.
Di Hezîrana borî de jî wezîrên derve yên Kongo û Rwanda li Washingtonê peymanek aştiyê ku Rwanda wê di nav 90 rojan de tedbîrên xwe yên parastinê li rojhilatê Kongoyê bi dawî bike îmze kirin.
Ev komên mijara gotinê bermahiyên artêşa berê ya Ruandayê û milîsên ku di sala 1994'an de jenosîd pêk anîne dihewîne.