Bi ketina şerê Îranê roja xwe ya dozdehan re, êrîşên hewayî hîn li ser welatên Kendavê berdewam dikin.
Du dron li nêzîkî balafirgeha sereke ya Dubayê ketin xwarê û hewlên ji bo ji nû ve destpêkirina geştan asteng kirin.
Behrêynê hin balafir ber bi balafirgehên alternatîf ve birin, ji ber ku êrîşên li ser binesaziyê li seranserê herêma Kendavê, trafîka hewayî asteng kirin.
Şerê Amerîka-Îsraîlê bi Îranê re, bû sedema betalkirin an jî ji nû ve plansazkirina bi deh hezaran geştên li çaraliyê cîhanê û piraniya qada hewayî ya Rojhilata Navîn, tevî Qeterê ji ber gefên mûşek û dronan girtî ye.
Ev yek sektora hewavaniyê xist nav krîza herî xirab.
Balafirgeha Navneteweyî ya Dubayê ji bo rêwiyên navneteweyî ya herî qerebalix a cîhanê ye.
YE ceza li ser 19 berpirs û saziyên Îranî birî
Her wiha Berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaya Kallas, got ku nûnerên YEyê li hev kirine ji bo binpêkirinên mafên mirovan ên cidî cezayên nû li ser 19 berpirs û saziyên Îranî ferz bikin.
Kallas li ser platforma X ev peyam nivîsand: "YE wê berjewendiyên xwe biparêze û kesên berpirsiyarê tepisandina navxweyî ne, bişopînin.
Di dema ku şer li Îranê berdewam dike de. Ev peyameke ji Tehranê re ye ku pêşeroja Îranê nikare li ser tepisandinê were avakirin."
Ji bo temamkirina dorpêçan, ku ji beriya destpêkirina şer ve di amadekariyê de bûn, dê pêdivî bi pejirandina dawî ya Konseya Yekîtiya Ewropayê hebe.
Swîsre balyozxaneya xwe ya li Tehranê girt
Li alîyekî din Wezareta Derve ya Swîsreyê ragihand ku ji ber şerê li Rojhilata Navîn û zêdebûna metirsiyên ewlehiyê biryar daye ku balyozxaneya xwe ya li Tehranê bi awayekî demkî bigire.
Her wiha Wezareta Derve got ku balyoz û pênc karmendên Swîsreyê bi rêya bejahî ji Îranê derketine û bi ewlehî gihîştine derveyî welêt.
Wezaretê diyar kir dema ku rewş rê bide dê vegerin Tehranê.
Di daxuyaniyeke Wezaretê de hate destnîşankirin ku Swîsre wê xeta telefonê ya vekirî di navbera Dewletên Yekbûyî û Îranê de, bi şêwirmendiya her du welatan, biparêze.