Abdullah Ocalan: Divê qanûn her kesî di nava xwe de vehewîne

Hat zanîn ku Rêberê damezrîner ê PKK'ê, di hevdîtina herî dawî de bertek nîşanî gotinên AKP’ê yên verastkirinên qanûnî ên ku dê piştî tespît û tomarkirina çekan bên kirin daye û aniye ziman ku ev nêzîkatî li dijî pêşveçûna pêvajoyê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Pêvajoya Aştî û Civaka Demorkatîk a ku bi banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de hat destpêkirin, didome.

Lê belê, gavên ku divê dewlet biavêje, hêj nehatine avêtin.

Abdullah Ocalan di hevdîtina 27’ê Adarê de ya bi Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê re, têkildarî gumana dewletê ya çekdanînê got:

“Wekî min di banga 27’ê sibatê de jî gotibû, têkoşîna çekdarî bi dawî bûye.

Êdî veger ne pêkan e. Divê dewlet jî bibîne ku tu çalakiyeke wêranker an tu gefên ewlehiyê tune ne.”

Abdullah Ocalan nêzîkatiya li hemberî pêvajoyê rexne kir û got:

“Divê em bi awayekî teng nêzîkî vê pirsgirêka mezin nebin, ku em hewl didin çareser bikin.

Ji ber ku li ser Rojhilata Navîn planên hegemonîk ên kûr hene.”

Di vê hevdîtina ku rayedarên dewletê jî tê de beşdar bûn, hat zanîn ku mijara sereke verastkirinên qanûnî bû.

Di hevdîtinê de, Abdullah Ocalan bi Şandeya DEM Partiyê û şandeya dewletê re çarçoveya qanûnî gotûbêj kiriye.

Abdullah Ocalan di hevdîtinê de gotiye: “Divê qanûna ku dê were derxistin her kesî di nava xwe de vehewîne.”

Hat diyarkirin ku Abdullah Ocalan aniye ziman ku ji şûna qanûnekî berfireh, verastkirin bê kirin, wê zerarê bide pêvajoyê û wê “helwestek berovajî pêvajoyê be.”

Hat destnîşankirin ku Abdullah Ocalan banga 27’ê Sibatê, 12’emîn Kongreya PKK’ê û vekşîna ji Tirkiyê bibîr xistiye û aniye ziman ku ev gav bi îradeyeke tam hatine avêtin.

Divê baş bê famkirin û ev îrade di heman demê de bê piştrastkirin û tespîtkirin.

Her wiha hat diyarkirin ku di hevdîtinê de rixmî hemû gavên ku hatine avêtin, şandeya dewletê qala tespît û tomarkirina çekdanînê kiriye.

Abdullah Ocalan jî bertek nîşanî van gotinan daye û gotiye ev nêzîkatî tê wateya pêvajoya mijûlkirinê û ev helwest berovajî ruhê pêvajoyê ye.

 

Qanûn wê di Nîsanê de dest pê bike û heta dawiya Hezîranê wê biqede

 

Hat zanîn ku ji bo derxistina qanûnan, li ser destnîşankirina dîroka wan jî hatiye axaftin û hatiye destnîşankirin ku divê di nava Nîsanê de dest pê bike û heta dawiya Hezîranê biqede.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye