Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî eşkere kir ku li ser mijara nenavendîbûnê, nêzîkatiyeke erênî ya rayedarên Şamê heye.
Mazlûm Ebdî destnîşan kir ku hikûmeta Şamê beşdarbûna QSD’ê di artêşa Sûriyeyê de, weke yekbûna axa Sûriyeyê dibîne. Lê divê ev yek li ser bingeha Sûriyeke nenavendî çêbibe.
Her wekî din jî fermandarê QSD`ê da xuyakirin ku divê Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî wekî QSD’ê, beşdarî hêzên ewlekariya hundirîn ên Sûriyeyê bibin.
Mazlûm Ebdî diyar kir ku Koalîsyona Navnetewî, fermî ji Hikûmeta Şamê xwestiye ku beşdarî koalîsyona li dijî DAIŞ’ê bibin.
Ebdî: Divê gelê Efrînê ji vegerê re amade be
Di hevpeyvîna bi Ronahî TV re, Fermandarê QSD`ê da xuyakirin ku mijara koçberên Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrînê di rojeva wan de heye.
Her wekî din jî mîsogeriyê dide kesên ku ji herêmên Rêveberiya Xweser koçber bûne û bang li wan kir ku vegerin ser cih û warên xwe.
Ebdî anî ziman ku di rojên pêşiya wan de, dê xebatek ji bo vegera gelê Efrînê çêbibe, divê gelê Efrînê jî, xwe ji vê yekê re amede bike.
Ebdî: Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pîroz kir
Mazlûm Ebdî eşkere kir ku her du taxên Kurdan li Helebê, li ser ewlehiya Hikumeta veguhêz ne xeter in. Lê pêwîstiya wan bi xweparastinê heye.
Îdîayên di vê mijarê de tên kirin, ne rast in. Ji ber wê jî yek ji xalên girîng xala agirbestê bû.
Ebdî destnîşan kir ku çareseriya herî baş, pêkanîna Peymana 1’ê Nîsanê ya ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ye û berxwedana gelên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pîroz kir.
Ebdî: Pêwîste mafên Kurdan di destûrê de werin parastin
Fermandarê QSD`ê da xuyakirin ku di mijara Kurdî de, rayedarên Şamê dibêjin li gel wan ti pirsgirêk tune ye.
Di peymana 10’ê Adarê de jî hebû, lê hîna neketiye pratîkê. A girîng pratîk e. Pêwîste destûr were guhertin, di wir de bê diyarkirin.
Her wiha anî ziman ku nêzîkatiyek erênî ya Şamê derbarê mijara Kurdan de, heye.
Ebdî: Di navbera me û Tirkiyeyê de qenalên vekirî hene
Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdî destnîşan kir ku divê çareseriya Sûriyê, Sûrî- Sûrî be, hin dewlet dikarin bibin garantor, lê destwerdan nayê pejirandin.
Mazlûm Ebdî anî ziman ku Tirkiye dikare rolek erênî bilîze, bandora wê li ser Sûriyeyê nayê înkarkirin. Di navbera me û Tirkiyeyê de qanalên vekirî hene.