Îran qeyranek avê ya herî giran a bi dîroka xwe re rû bi rû ye

Îran bi qeyrana avê ya herî giran a dîroka xwe re rû bi rû ye. Derbarê mijarê de Serokkomar Mesûd Pezeşkiyan diyar kir ku welat 'êdî bê çare ye.’ Benyamîn Netanyahu jî li ser vê mijarê axivî û got: "Heke gelê Îranê bi ser bikeve û rejîmê hilweşîne, em amade ne pisporên xwe yên paqijkirina avê bişînin."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Tehranê ku nifûsa wê 10 mîlyon e, 9 mehin baran nebarîyaye, bendav hema bêje hemû vala bûne û di havînê de gelek caran ava vexwarinê qût dibû.

Lê belê li gorî pisporan, pirsgirêk ne tenê bi paytextê re sînordar e, beşeke mezin a welat bi metirsiya çolbûnê re rû bi rû ye.

 

Veguheztina paytextê ji Tehranê di rojevê de ye

 

Têkildarî mijarê Serokkomar Mesûd Pezeşkiyan diyar kir ku welat "êdî bê çare ye."

Pezeşkiyan da zanîn ku ew li peravên Kendava Basrayê, li herêmekî li hemberî Dubaiyê, avakirina paytexteke nû difikirin.

Her wiha li gorî dîroknas Jonathan Piron ku ji medya Swîsreyî (RTS) ragihandiye ev raman ne nû ye, lê çareseriyeke dem kurt e, ku zêde bi teknolojiyê bawer e. 

Jonathan Piron diyar kir ku polîtîkayên bendav û veguheztina avê yên ji salên 1980'yî û vir ve hatine sepandin, çareseriyeke mayînde ne afirandine, berovajî wê, wêrankirina ekolojîk kûrtir kirine.

 

"Pirsgirêk ne teknîkî, siyasî ye"

 

Prof. Eli Nazemi ji Zankoya Concordia ya Montrealê jî diyar kir ku pirsgirêk ne teknîkî, lê siyasî ye "Pirsgirêka avê êdî bûye mijareke ewlekariya neteweyî. Xemsariya bi dehan salan, felaketa îro afirand."

Nazemi anî ziman ku ji ber cezayên navneteweyî û tecrîdkirina Îranê, welat nikarîbû veberhênanên domdar bike û çavkaniyên avê bi şaşî hatine birêvebirin.

 

Ger ev qeyrana avê neyê çareserkirin wê rejîma Îranê hilweşe

 

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu jî got: "Heke gelê Îranê bi ser bikeve û rejîmê hilweşîne, em amade ne pisporên xwe yên paqijkirina avê bişînin."

Qeyrana avê di hundirê welat de bêîstîqrariya siyasî jî geş dike. Di sala 2021’an de li Îsfehanê protestoyên li dijî ziwabûna çeman dest pê kirin, îsal jî ev protesto li bajarên wekî Şîraz û Tehranê belav bûne.

Wêrankirina jîngehê ya zêde dibe, qeyrana aborî û zordariyê, hêrseke mezin a li dijî rejîmê ava dike.

 Pispor hişyar dikin: Heke Îran nikaribe qeyrana avê çareser bike, hilweşîna jîngehî û siyasî dê pêş bikeve.

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye