Zêdetirî 70 êrîşên nû li 12 parêzgehên Îranê hatine tomarkirin

Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA`ê, amarên 24 saetên dawî yên êrîşên li ser Îranê ragihand. Amarên dawî: 1394 kuştiyên sivîl, 1153 leşker û 639 kuştî nehatine dabeşkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA`ê, di 24 demjimêrên dawî de, û heta 19'ê adarê, herî kêm 70 êrîş li 12 parêzgehan tomar kiriye.

 

HRANA ragihand ku di encamê de bi tevahî herî kêm 75 kes mirine (kuştî û birîndar, hem sivîl û hem jî leşkerî).

 

Êrîşên duh, deverên li herêma Deryaya Xezarê armanc girtine. Di heman demê de, êrîşên berfireh li ser tesîsên petrol û gazê yên Îranê li Asaluyeyê hatin kirin.

 

Li gorî agahiyên ku ji aliyê HRANA ve hatine tomarkirin û piştrastkirin, ji deqeyên pêşîn ên rojê heta dawiya 19'ê adarê herî kêm 25 sivîl hatine kuştin û 5 sivîl jî birîndar bûne.

 

Daneyên berhevkirî ji destpêka pevçûnê di 28'ê Sibata 2026'an de, li gorî danyeên ku hatine tomarkirin:

 

Kuştiyên sivîl: 1,394 kes (di nav de herî kêm 210 zarok).

 

Kuştiyên Leşkerî: 1153 kes.

 

Kuştiyên ku nehatine dabeşkirin (sivîl/leşkerî): 639 kes.

 

Dibe ku hejmarên ku di vê raporê de hatine pêşkêşkirin tevahiya zirarê nîşan nedin.

 

Şerê berdewam, zirara li binesaziyê, qutbûnên internet, gihîştina sînorkirî ya deverên bandordar, û xetereyên ewlehiyê ji bo çavkaniyan dihêle ku şiyana belgekirinan sînordar be.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye