Di çalakiyê de wekîlê DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk, Dayikên Aştiyê û gelek nûnerên saziyan jî amade bûn.
Li ser navê jinan endama Forûma Aştiyê ya Îzmîrê Îpek Sarica daxuyanî da û daxwazên însîyatîfê wisa rêz kirin:
“Bila dawî li polîtîkayên şer bê dayîn!
Butçe ji lêçûnên leşkerî re na, bila ji perwerde, tenduristî û wekheviyê re were veqetandin.
Qadên sivîl, mafên demokratîk bila bên parastin!
Pêkanîn ku li pêşiya azadiya ramanê, rêxistinbûyînê û mafê çalakiyên aştiyane asteng in bila bi dawî bibin.
Têkoşîna jinan ya ji bo aştiyê bê nasîn.
Bila mafê tevlîbûna jinan ya mekanîzmayên biryar girtinê were mîsoger kirin!”