33 Dîlgirtiyên Kolombî serbest hatin berdan

Tevgereke mafên mirovan a Kolombiyayê, ragihand ku 33 leşkerên ku li başûrê welêt hatibûn dîlgirtin, serbest hatine berdan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ombudsmana Kolombiyayê Iris Marîn ragihand ku leşkerên ku berya çend rojan ji aliyê hêzên çekdar ve hatibûn dîlgirtin, niha ji herêma ku ew lê dihatin girtin vedikişin.

Roja duşemê, şerek di navbera leşkerên Kolombiya û serhildêran de qewimî, piştî wê nêzîkî 600 niştecihên herêmê rê li ber wan girtin û nehiştin ku ew ji herêmê derkevin.

Wezîrê Parastinê yê Kolombiyayê Pedro Sanchez, roja sêşemê ragihand ku leşker ji aliyê serhildêrên Fermandariya Navendî ve hatine girtin.

Piştî îmzekirina peymana aştiyê di sala 2016an de, bi Bogotayê re, Fermandariya Navendî, ji Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) veqetiya.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24