Ozgur Ozel ji bo hin hevdîtinan çû Amedê

Serokwekîlê Koma CHP'ê Ozgur Ozel ê ku bi biryara dadgehê ji serokatiya giştî ya CHP'ê hatibû dûrxistin, ji bo hinek hevdîtinan çû Amedê.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Serokwekîlê Koma CHP'ê Ozgur Ozel serdana Amedê kir.

Ozgur Ozel li balafirgehê ji aliyê endamên CHP'ê ve bi dahol û zirneyê, dirûşm û tîlîliyan hat pêşwazîkirin.

Welatiyên ku ji bo Ozel kom bûbûn, ji bo Ozel dirûşm berz kirin û pankart hilgirtin.

Ozgur Ozel di çarçoveya bernameya xwe ya Amedê de li Mizgefta Mezin piştî nimêja Înê bike, li navçeya Sûrê çû serdana dikandaran.

Ozgur Ozel: Amed ji qeyûman pir kişand

Ozgur Ozel li pêşiya Mînara Çar Ling daxuyanî da, tê de got:

"Me bi silava Demirtaş dest bi rojê kir.

Bi hatina me ya Amedê agahdar bû û bi rêya parêzerê xwe silav ji me re şand.

Silava wî, li ser navê hemû gelê herêmê, li ser serê me û çavê me ye.

Amed ji qeyûman pir kişand.

Bajarê herî zelal li hember qeyûman sekinî jî Amed e.

Piştî qeyûm li avahiya me erkdar kirin, me avahî li paş hiştin û em dimeşin.’

Ji aliyê din ve, Namzetê Serokomariyê ya CHP’ê Ekrem Îmamoglu ku li girtîgeha Sîlîvriyê girtiye, der barê betalkirina teqez a li hemberî CHP’ê de, ji rojnamegerê girtî Merdan Yanardag re hin nirxandinan kirin.

Ekrem Îmamoglu: Pêvajoya betalkirina teqez siyaseta qutbûna ji gel e

Îmamoglu wiha axivî:

Ez pêvajoya betalkirina tekez, weke kulmek mirovên ku ji siyasetê û ji gel hêviyên xwe qut kirine dibînim.

Komek mirovên ku di siyaset, çapemenî û darazê de bi cih bûne, hemû Tirkiyê esîr digirin.

Ferman jî Erdogan dide.

Ger bi talîmatên qesrê biryara tekez tê hildan, wê demê em ê jî çi hewce be bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye