Artêşa Îsrailê dîsa derbasî gundewarên Quneytîra bû

Li gorî rêxistina Çavderiya Mafên Mirovan a Sûriyê(SOHR), îro sibê dewriyeke artêşa Îsraîlê ku ji 8 wesayîtên pêk dihat ji rêya navbera bajarokên Eşa û Rafîd ên li başûrê Quneytrayê re derbas bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî SOHR'ê , dewriye li ser rêya sereke ya di navbera her du gundan de, bêyî ku pevçûnên girîng çêbibin, rêwîtî kiriye.

 

Ev bûyer beşek ji rêze binpêkirinên berdewam in ku ji hêla hêzên Îsraîlê ve di nav axa Sûriyeyê de, bi taybetî li deverên sînorî yên li kêleka Bilindahiyên Golanê yê li başûrê welêt pêk tên.

 

Dewriyeke din a Îsraîlê, ku ji şeş wesayîtên leşkerî pêk dihat, di 8'ê Cotmehê de ket gundê El-Mu'allaqa li gundewarê Quneytrayê, xaleke kontrolê ya demkî ava kir û li gelek malan lêgerîn kir, di nav niştecihan de tirs û panîk çêkir.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24