HDP’ê 6’emîn kongreya xwe ya mezin a asayî li dar xist

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 6’emîn kongreya xwe ya mezin a asayî li navenda xwe ya giştî li dar xist.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêveberên partiyê û delege beşdarî kongreyê bûn. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cahît Kirkazak diyar kir ku HDP qada têkoşîna hevpar a gelên Tirkiyê ye û got: “Partiya Demokratîk a Gelan, bersiva hewldanên parçekirin û belavbûnê yên zihniyeta navendî û yekperestiyê ye.”

Kirkazak da zanîn ku doz du sal û pênc mehan didome. Lê HDP ne tabelayeke, ne avahiyeke hûn nikarin wê bigirin.”

Hevseroka Giştî, Sultan Ozcan jî da xuyakirin ku wan bi biryardarî meşa azadiyê ya li ser xeta rizgariya jinê, ekolojîk û xwezayê parastiye.

Piştî axaftinan raporên xebatê hatin xwendin. Sultan Ozcan û Cahît Kirkazak ji nû ve wekî hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan HDP hatin hilbijartin

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24