Li Belçîkayê greva neteweyî bi tevlîbûna deh hezaran kes pêk hat

Li Belçîkayê greva neteweyî bi tevlîbûna deh hezaran kes pêk hat, tunelên Brukselê hatin girtin û meşa aştiyane hate amadekirin. Grev bi banga sendîkayên FGTB, CSC û CGSLB hate rêvebirin, li ber polîtîkayên aborî yên Hikûmeta Koalîsyona Arizona radibin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di mehên dawî de, Belçîka şahidî çalakiya herî bilind a seferberiya sendîkayî re kir.

Ev çalakî bi armanca şermezarkirina tedbîrên aboriyê yên Hikûmeta Koalîsyona Arizona hate lidarxistin.

Di çarçoveya greva giştî ya neteweyî ya li Belçîkayê de, bi deh hezaran kes li Brukselê bi meşa aştiyane xwepêşandan kirin.

Grev bi banga sendîkayên FGTB, CSC û CGSLB hate rêvebirin, li ber plîtîkayên aborî yên Hikûmeta Koalîsyona Arizona radibin.

 

Polîsên Brukselê: Me tedbîrên pêwîst wergirtine

 

Ji ber zêdebûna çalakiyê li paytexa Brukselê trafîk sekinî, li gor seferberiyê tevlîbûnek di asta herî jor de pêk hat.

Ne tenê sendîkayên karkeran her wiha tevgerên aştiyê, rêxistinên ku li dijî xizaniyê têdikoşin, yekeyên sîgorta yên tendirustiyê û komeleyên hawirdorê jî piştgirî dan xwepêşandanê.  

Amadekaran ji bo meşa aştiyane ya ku her kes xwe ewle dibîne, banga tevlîbûnê kirin. 

Polîsên Brukselê diyar kirin ku wan rîskên ewlekariyê nirxandine û tedbîrên pêwîst wergirtine.

Rêyên Hesinî yên Belçîkayê (SNCB) destnîşan kirin ku ji bo beşdarên çalakiyê karibin xwe bigihînin Brukselê wê 12 seferên din ên trenê pêk bînin

 

Grev bandorê hatin çûyîna bejahî û hewayî kir

 

Lê belê tora ragihandina herêmî Stib, Tec û De Lijn wê di asteke bilind de asê bibe.

Temamiya seferên ji Brukselê û nîvê balafirên tên balafirgehê hatin betalkirin. 

Li Balafirgeha Charleroiyê jî rabûn û daketina balafiran bi temamî hate betalkirin.

Polîsên Brukselê hişyarî dan ku mirov bi wesayitên xwe yên taybet neyên bajêr. 

Xwepêşandan wê ji Gar a Bakur destpê bike û heta Gar a Mîdî dewam bike.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye