Li gor Sendîkaya Karkeran piraniya karkerên ku jiyana xwe ji dest dane li Silêmaniyê, Hewlêr, Dihok û Zaxoyê ne.
Endamê Desteya rêvebiriyê ya Sendîkayê Ebdulqadir Nawperdanî eşkere kir ku îsal heta niha li Silêmaniyê 15, li Hewlêrê 10, li Dihokê 9 û li Helebceyê jî karkerek di qezayên kar de canê xwe ji dest daye.
Nawperdanî derbarê qezayên li navçeyan rûdane de jî agahî da û got: "Li Soranê 4, li Zaxoyê 3 û li Germiyanê jî 2 karker mirine.
Karkerek duh li parêzgeha kiwaşê yê navçeya Sêmêlê ya parêzgeha Dihokê mir.
Di dema valakirina sotemeniyê de teqînek çêbû û di encamê de 2 karker mirin.``
Di encam de li gorî Yekîtiya Sendîkayên Karkeran a Başûrê Kurdistanê, sala borî di qezayên kar de 62 karker mirine.