22`ê Nîsanê roja rojnamegeriya Kurdî ye.
Komîteya Ragihandinê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), bi vê boneyê daxuyaniyek weşand û ev roj li rojnamevanên Kurd pîroz kir.
KNK’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt got:
“Medya ew qad e ku kar li ser rehendên piştguhkirî, quncikên tarî yên desthilatan û dengên nebihîstî yên gel dike.
Lewma di vê serdema ku wek ‘Şerê Cîhanê yê Sêyem’ tê pênasekirin de, erka rojnemegeriya Kurdî hê girantir e.”
KNK’ê di dawiyê de ragihand ku ew ê her tim piştgiriya deng û rengê ragihandina niştiman perwer bikin.
YRD: Divê medya bibe dengê aştî û demokrasiyê
Koordînasyona Giştî ya Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD) jî bi heman armancê daxuyaniyek da û tê de wiha got:
“Medya niha ji her demê bêhtir veguheriye dengê şer û tundiyê.
Weşangeriya neteweperestî, nijadperestî, olperestî, mezhebperestî û berdana hev a gelan tê rewakirin.
Di medyayê de tundiya li jinê, kuştin û ziyana li xwezayê roj bi roj zêde dibe.
Divê medya bibe dengê aştî û demokrasiyê yê navbera gel û baweriyan.”
DEM Partî: Divê rojnamevanên di girtîgehan de werin berdan
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), jî derbarê rojê de daxuyaniyek da.
DEM Partiyê da zanîn ku rojnamegeriya Kurdî di tevahiya dîrokê de, li dijî zilm û qedexeyan hebûna xwe domandiye û berdêlên giran daye.
“Îro hîna jî rojnamegerî di bin gefên giran de ye.
Zext û qedexeyên li ser rojnamegeriyê astengiya herî mezin a li pêşiya Aştî û Civaka Demokratîk e.
Bi vê boneyê, em dubare dikin ku çalakiyên rojnamegeriyê ne sûc in û divê rojnamevanên di girtîgehan de demildest werin berdan.”
DEM partiyê di dawiya daxuyaniya xwe de hemû şehîdên çapemeniyê bi bîr anî.