YRJ`ê bi boneya 8`emîn salvegera şehadeta Dilîşan Îbîş daxuyanî da

Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ), bi boneya 8`emîn salvegera şehadeta rojnamevana Kurd Dilîşan Îbîş a ku bû dengê berxwedana jinan daxuyanî da. YRJ'ê da zanîn ku dê bi gotina azad û helwesta wêrek mîrateya rojnamevanan biparêzin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) bi boneya salvegera 8`emîn a şehadeta rojnamevan Dilîşan Îbîş  daxuyanî da.  

 

“Rojnamevana kurd rastî bi xwînê nivîsand”

 

YRJê di daxuyaniya xwe de wiha behsa rojnamevana Kurd Dilîşan Îbîş kir:

 

“Rojnamevana Kurd ya ku rastî bi xwînê nivîsand û ji bo nîşandana berxwedanê beşdarî eniyên şer bibû.

 

 Dilîşan Îbîş û hevriyên wê yên rojnamevan dema ku erka xwe ya ragihandina heqîqetê bi cih dianîn, şehîd bûn.

 

Dilîşan helwesteke siyasî ya zelal e û îsrara jinan a di xetên pêşîn ên berxwedanê de bû.

 

Rojnamevana Kurd kamereya xwe weke çekê li hemberî tarîtiyê rakir. ”

 

 

Piştî şehadeta Dilîşanê bi dehan jinên rojnamevan dane ser riya wê

 

Di daxuyaniya YRJ`ê de hat destnîşan kirin ku piştî şehadeta Dilîşanê bi dehan jinên rojnamevan dane ser riya wê, sûcan belge dikin û li her gund û bajarî çîrokên jinên berxwedêr dinivîsînin da ku bigêhînin nifşên pêşerojê.

 

“Ew dê soza xwe ya rêya Dilîşan Îbîş berdewam bikin”

 

YRJ'ê di dawiya daxuyaniyê de tekez kir ku ew dê soza xwe ya rêya Dilîşan Îbîş berdewam bikin û wiha berdewamî da daxuyaniya xwe:

 

“Ew ê peyama wê li hemberî hemû hewldanên bêdengkirina dengê jinan bidomînin, ji ber ku rastiya Dilîşan bi xwîna xwe nivîsandiye bûye têkoşîna wan ya berdewam ji bo edalet, azadî û wekheviyê.”

 

Dilîşan Îbîş di 12`ê cotmeha 2017`an de şehîd bû

 

12'ê Cotmeha 2017’an, dema ku welatiyên sivîl ber bi herêmên rizgarkirî ve dihatin û bi hevkariya şervanên QSD'ê xwe ji hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê rizgar dikirin, rojnamevan Dilîşan Îbîş, Hogir Mihemed û Rizgar Denîz, ji bo rewşa van koçberan bişopînin, berê xwe dan rêya 'Xerafî' ya di navbera Dêrazorê û Hesekê de.

 

Li wê derê çeteyên DAIŞ'ê 2 wesayîdên bombebarkirî teqandin.

 

Di encama teqînê de Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed şehîd bûn û Rizgar Denîz bi giranî birîndar bû, li nexweşxaneyên Hesekê, piştre jî li nexweşxaneyên Qamişloyê, herî dawî li Şamê tedawî dît.

 

Lê tevî hemû hewldanên bijîşkan jî Rizgar Denîz 18′ê Kanûna 2017’an jiyana xwe ji dest da.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye