Li Wanê Jinan 500 şitlê darên berûyê danîn

Di çarçoveya Projeya Daristana Jinan a Komîsyona Meclisa Jinan a Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê de jinan 500 şitlên darên berû çandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şitil li herêma Bostanîçî TOKÎ’yê li qada  girdayî  şaredariyê  li  8 hezar û 700 metrekareyan hatin danîn.

Di çalakiyê de pankarta “Jin jiyan e, jiyan xwerêvebirin e” hate hilgirtin.

Hevşaredara Rêya Armûşê Canan Uzunay, Hevberdevka Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Leyla Çelîk, endamên meclisa jinan û xebatkarên şaredariyê tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de jinan bal kişand ser têkiliya xurt a jinan, bi xweza, ax û jiyanê re û bi dirûşmên “Bi destê jinan dar berûyek, hezar hêvî” û “Jin, jiyan, azadî” dar li qadê danîn.

Şitilên hatine danîn jî destpêkê bi destê jinan hatin avdan.  

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye