Li Qamişlo konferansa jinan dest pê kir

Kongra Star bi dirûşma “Werin Em Bi Hev Re Têkoşîn Bikin, Ji Bo Mîsogerkirina Mafên Jinan Di Destûra Sûriyê De” konferansekê li dar dixe. Di konferansê de berdevka Kongra Star Rîhan Loqo bal kişand ser modela li Rojavayê Kurdistanê û jiyana azad û wekhev ya di navbera jin û mêran de.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Kongra Star bi dirûşma "Werin em bi hev re têkoşîn bikin, ji bo mîsogerkirina mafên jinan di destûra Sûriyê de" konferansekê li dar dixe.

 

Konferans li Hola Parka Azadî ya li bajarê Qamişlo yê Cizîrê bi rê ve diçe.

 

Bi dehan sazî û Rêxistinên jinan û fermandarên YPJ`ê beşdarî konferansê bûn.

 

Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo destpêkê de axivî û got:

 

"Em ê têkoşîna dîrokî ya xeta azadiya jinan ku Roza û Sakîne dest pê kir, bidomînin. Me li hemberî hişmendiya zayendperest a jinan tune dike û tune dihesibîne têkoşiya. Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ji her mal, kolan û bajarî qêrîna azadiya jinan bilind bû."

 

Rîhan Loqo  balkişand ser modela li Rojavayê Kurdistanê û  jiyana azad û wekhev di navbera Jin û mêr de û wiha lê zêde kir:

 

"Çi modela hat avakirin dema hebûn û zimanê jinan tê de ne esas be, nabe modelek. Her ku têkoşîn bilind dibe êrîş jî zêde dibin.

 

Em çawa bikarin mafên xwe biparêzin. Em ê çawa bikaribin di Sûriya nû de mafên xwe biparêzin. Şerê niha tê kirin şerê li ser şoreşa jinan e. Me di bûyerên dawî de dîtku çawa kiryarên hovane li ser jinan pêk tînin."

 

Endama Komîteya Têkilî û Tifaqa Siyaseta Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed konferans bi rê ve bir.

 

Konferans wê li ser du runiştinan de li ser çar sernavên “Siyasî, hiqûqî, parastin û entegrasyonê” semîner bên dayîn û nîqaş bê kirin.

 

Di rûniştina yekemîn de dê Cîgira Hevseroka MSD’ê Canda Mihemed li ser qada siyasî û berpirsyara Yekîtiya Jinên Sûryan Georgette Bersom li ser qada hiqûqî semîneran bidin.

 

Di rûniştina duyemîn de dê fermandara YPJ’ê Sarya Efrîn li ser qada parastinê û Endama Konseya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif jî li ser mijara entegrasyonê semîneran bidin.

 

Piştî semîner û nîqaşan dê konferans bi encamnameyekê bi dawî bibe.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye