Heta jin azad nebe welat azad nabe

Bi boneya roja cîhanî ya jinê, li bajarê Silêmaniyê ya Herêma Başûrê Kurdistanê, jinan şitlên daran çandin. Meclîsa Jinên Qendîlê jî, civînek girseyî li dar xist. Endama Meclîsa Jinên Qendîlê Serwîn Celal diyar kir ku heta jin azad nebe, welat azad nabe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îro roja cîhanî ya jinê ye.

Bi vê boneyê li seranserî cîhanê, gelek çalakî hatin lidarxistin.

Li bajarê Silêmaniyê ya Herêma Başûrê Kurdistanê, jinan çalakî li dar xistin.

 

Li dibistana Kanî, jinan 15 şitlên daran çandin

 

Jinan 15 şitlên daran li Dibistana Kanî çandin.

Piştre jinan dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bilind kirin

Jinan diyar kir ku çandina van şitlan tê wetaya keskirina jîngehê û jiyaneke nû.

Di dawiya çaşlakiyê de, Ronak Mecîd bal kişand ser têkoşîna jinan a ji bo jiyaneke azad.

 

Bi boneya 8'adarê li gundê Derwekutrî civînek hat lidarxistin

 

Duh jî, Meclîsa Jinên Qendîlê, li gundê Derwekutrî ya Binarê Qendîlê, civînek girseyî li dar xistin.

Di civînê de, li ser felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û giringiya sîstema hevserokatiyê hat nîqaşkirin.

Endama Meclîsa Jinên Qendîlê Serwîn Celal axivî.

Serwîn Celal roja 8’ê Adarê li serokê PKK'ê û tevayî jinên azadîxwaz û kedkar pîroz kir.

Endama Meclîsê got ku heta jin azad nebe, welat azad nabe.

Serwîn Celal balkişand ser şoerşa Îranê û çawa bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ despê kir.

 

Serwîn Celal: Jinên Kurd bûne modeleke cîhanî

 

Endama Meclîsa Jinên Qendîlê, diyar kir ku jinên Kurd di têkoşîna li dijî dijminê herî xeter de, bûne modeleke cîhanî .

Hevseroka Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê Lavan Mistefa jî, anî ziman ku Jinê her tim êş kişandiye û dîrokeke wê bi xwînê heye.

 

Lavan Mistefa: Jin wek alaveke çêkirina zarokan dihat dîtin

 

Lavan Mistefa da zanîn ku berê jin wek alaveke çêkirina zarokan dihat dîtin. Lê bi saya tevgera azadiyê, ew fikir hat têkbirin.

Lavan Mistefa behsa sîstema hevserokatiyê kir û got:"Dema du hişmendîya (Jin û mêr) bi hevre kar dikin xizmetek baştir tê kirin. Ji ber ku jin û mêr temamkerê hev in."

Di dawiyê de, Lavan Mistefa tekez kir ku divê jin xwe perwerde û birêxistin bikin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye