Serokê Amerîkayê Donald Trump, roja pêncşemê, di hevpeyvîneke bi Axios re, got ku Mucteba Xameneyî namzedê herî muhtemel e, ku bibe xelîfeyê bavê xwe Elî Xameneyî.
Lê Donald Trump got ku ew li dijî serokatiya kurê Elî Xameneyî ye û wiha lê zêde kir:
"Kurê Xameneyî ji bo min nayê qebûlkirin. Em kesekî dixwazin ku bikaribe hevrêzî û aştiyê bîne Îranê. Ew dema xwe winda dikin. Kurê Xameneyî kesekî di asta nizim de ye. Divê ez beşdarî hilbijartina rêberê pêşerojê yê Îranê bibim
Mîna ku ez beşdarî hilbijartina Delcy Rodriguez li Venezuelayê bûm."
Li ser danasîna xelîfeya elî xameneyî nakokî hene
Beriya niha, Rojnameya Iran International di 3'yê adarê de ragihandibû ku Konseya Pisporan, di bin zexta Sipahê Pasdarên Îranê de, Mucteba Xameneyî wekî rêberê nû yê dewleta Îranê hilbijartiye.
Li aliyekî din, Ajansa Axios di 5'ê adarê de ragihand ku dewleta Îranê çend roj in ragihandina rêberê nû paş dixe.
Lê daxuyaniyên hin berpirsên hikûmeta Îranê nîşan didin ku li ser hilbijartin û danasîna xelîfeyê Elî Xameneyî nakokiyên cidî hene.
Trump: Tengava Hurmuzê dê vekirî bimîne
Têkildarî vê mijarê, Serokê Amerîkayê di hevpeyvînekê de bi Reuters re, baweriya xwe anî ziman ku Tengava Hurmuzê dê vekirî bimîne.
Trump wiha axivî:
"Êdî hêza Îranê ya deryayî tune ye. Hûn dizanin, hêza wan a deryayî niha li binê deryayê ye. Ez pir ji nêz ve çavdêriya Tengava Hurmuzê dikim."
Bandora Tengava Hurmuzê li ser herêmê çawa ye?
Tengava Hurmuzê rêyeke teng e di navbera Îran û Omanê de.
Her wiha nêzîkî pêncemîn petrola xav û gaza xwezayî ya cîhanê ye ku ji wir derbas dibe.
Reutersê nivîsand, piştî ku dewleta Îranê êrîşî 6 keştiyên li Tengava Hurmuzê kir, tevgera keştiyan di vê rêya çalak a girîng a cîhanê de, hema hema rawestiya ye.