Alcaraz Rublev têk bir û derket fînala Qeter open

Lîstîkvanê Tenisê yê Spanyayî yê yekem Carlos Alcarazê, piştî ku roja Înê di nîvfînalê de, şampiyonê parastvan Andrey Rublev ê Rûsî têk bir, cihê xwe di fînala Qatar Open de misoger kir.

reset font size increase font size

Alcaraz di maçeke ku zêdetirî du saetan dom kir de, Rublev bi encamên 7-6, 6-4 têk bir.

Heft caran Şampiyonê Grand Slamê, rêze serketinên xwe li ser qadên hişk ên derve gihand 29 maçan û ji Tebaxa 2025'an û vir ve rekora xwe ya bêşikestin parast.

Di fînala Qatar Open de, Alcaraz dê bi serketîyê maça di navbera Arthur Weissê Fransî û Jakub Menček ê Çekî de, rû bi rû bimîne.

Tûrnûvaya Dohayê, ku di sala 1993'an de dest pê kir û niha weke ATP 500'î tê binavkirin, li ser qadên hişk ên Kompleksa Tenîs a Navneteweyî ya Khalifa tê lîstin û ji bilî xalên rêzbendiyê, xelatek bi qasî 2.8 mîlyon dolarî pêşkêş dike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye