Amedsporê di xuleka 37'an de bi gola Andre Poko perdeya golan vekir.
Bi êrişa Moreno, lîstivanê tîma dijber Burak Oksuz bi şaşî golek avêt qeleya xwe û Amedsporê ferq derxist 2'an.
Di xuleka 45'an de, Lîstikvanê Umraniyesporê Batuhan Çelikê bi gola 1'emîn ya taximê xwe ferq daxist yekê û nîva yekem a maçê bi encama 2-1 bi dawî bû.
Di nîvê duyem de, careke din Çelik di xuleka 53'an de gol avêt û maç wekhev kir.
Piştî wekheviyê Amedsporê zext zêde kir, ji hêla Felix Afena-Gyan skor kir 3-2.
Lê belê Umraniyesporê bi gola Benny dîsa maç wekhev kir.
Di xuleka 90+3'an de lîstikvanê Amedsporê Mbaye Diagne derket holê û bi gola xwe Amedspor bi encama 4-3 bire serkeftinê.
Bi vê encamê Amedspor derket rêza 2'emîn.