Çavkaniyên herêmê diyar kirin sedema vê nekokiyê, îdîaya Erebekî hawirde ku tapoya wî ya serdema Beasê, li ser hezar û 400 donim zeviyên wê herêmê heye ye.
Duh êvarî, şêniyan hewlda ku berhemên xwe biçinin, lê artêşa Îraqê hatin nava zeviyan û di navbera wan û cotkaran de, alozî derket û êrişî du cotkaran kirin.
Artêşa Îraqê got ku heya soza nivîskî neyê tijîkirin, nabe çinîn were kirin.
Çavkaniyan dan zanîn ku ew zevî, di serdema rejîma Beasê de, ji Kurdan hatine standin û wekî "etfa" (temirandin/têkbirina mafê mulkiyetê) li wan hatiye kirin.
Biryara 29'an a Encûmena Wezîran a Îraqê, tekez dike ku divê hemû zeviyên Kurdan were vegerandin.
Lê artêşa Îraqê vê biryarê bi cih nayîne û astengiyan derdixe.