Rêveberiya Xweser têkildarî salvegera dagirkirina Efrîn-Şehbayê daxuyanî da

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê salvegera yekemîn a dagirkirina kantona Efrîn-Şehba daxuyanî da û got: “Serxistina armancên şoreşa Sûriyê bi mîsogerkirina vegera ewle ya koçberan û diyaloga navxweyî pêkan e.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêveberiyê da zanîn ku ji dema dagirkirinê ve çekdarên Tirkiyê gelek binpêkirin li dijî gel Efrîn-Şehbayê pêk anîn û got:

Rêveberiya Xweser: Ji bo vegereke bi ewle pêwîstî bi tevgerek niştîmanî û cîhanî heye

Ev jî ji ber ku hikumeta veguhêz a Sûriyê nikare wan koman kontrol bike lewma ev binpêkirin didomin.

Heta niha şêniyên yên Efrîn-Şehba, Serêkaniyê, Girê Spî û deverên din venegeriyane malên xwe.

Ji bo vegera ewle pêwîstî bi tevgerek lezgîn a niştîmanî û navneteweyî heye.`

Dosya koçberan yek ji mijara me ya sereke ye û ew vê dosyayê di hevdîtinên bi hêzên siyasî, civakî û navneteweyî nîqaş dikin.”

Rêveberiya Xweser: Serketina şoreşa sûriyê bi vegera ewle pêkan e

Rêveberiya Xweser da zanîn ku serketina şoreşa Sûriyê bi vegera ewle û diyaloga navxweyî dest pê dike ta Sûriyeke demokratîk a nenavendî, ava bibe.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye