DEM Partiyê piştgirîya serokê CHPê Ozgur Ozel kir

Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatimogulları û Tuncer Bakirhan bi telefonê bi Serokê CHPê Ozgur Ozel re axivîn. Tulay û Bakırhan piştgirî û hevgirtina xwe ji Serokê CHPê Ozgur Ozel re ragihandin û diyar kirin ku ev gaveke li dijî pêvajoya aştiyê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî biryarê, Hevserokên Partiya DEMê Tulay Hatimoğulları û Tuncer Bakirhan bi telefonê bi Serokê CHPê Ozgur Ozel re axivîn.

Hatimogullari û Bakirhan piştgirî û hevgirtina xwe ji Serokê CHPê Ozgur Ozel re ragihandin.

Ji aliyekî din ve, Lijneya Rêveberiya Navendî ya DEM partiyê di derbarê biryarê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya Lijneya Rêveberiya Navendî ya DEM partiyê de ev peyam hate dayîn:

"Biryara betalkirina mutleq a li dijî CHPê beşek ji operasyon û têgihîştineke zexta siyasî ye ku bi qanûn û edaletê re ne lihevhatî ye.

"Biryara betalkirina mutleq bêbaweriya bi pêvajoya aştî zêde dike"

Hevserokên DEMê di daxuyaniya xwe diyar kirin ku ev gav li dijî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e.

"Biryara betalkirina mutleq tenê bêbaweriya bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk zêde dike.

Pêkanînên ku polarîzasyonê di civakê de zêde dikin û aştiya navxweyî xera dikin, krîza baweriyê zêde dikin.

Ev biryar ku di demekê de ku em li ber reformên qanûnî ne hatiye girtin, gavek e ku armanc dike ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bitefîne.

Ev pirsgirêka demokrasiya Tirkiyê ye. Divê ev pêkanînên neqanûnî û neheq tavilê werin rawestandin."

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye