Serokê Amerîkayê Donald Trump di axaftineke xwe yê bi boneya balafirên Air Force One di derbarê şerê Ûkraynayê de jî nirxandin kir.
Trump ji rojnamevanan re got ku ew ê vê mijarê rasterast bi Putin re nîqaş bike û wiha berdewam kir :"Ez dikarim ji wan re bêjim, binêrin, eger di vî şerî de çareserî çênebe, ez ê mûşekên Tomahawk ji wan re bişînim."
Trump eşkere kir ku Serokê Ûkraynayê Zelensky di pêwendiyeke telefonê de daxwaza mûşekan kiriye.
Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov di meha borî de gotibû: "Çi mûşekên Tomahawk bin, çi mûşekên din bin, ew ê nikaribin dînamîkan biguherînin."
Tomahawk moşekeke balîstîkî ku menzîla wî pir dirêje û qebîliyeta wî ya rakirina serikê nukleer jî heye.