Di êrîşên Ukraynayê yên li ser Rûsyayê de 8 sivîl hatin kuştin

Li gorî daxuyaniyên dawî yên her du aliyan, di encama êrîşên Ukraynayê yên bi mûşek û dronan yên li ser herêmên Belgorod û Khersonê de herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha Rûsyayê ragihand ku kontrola du gundên nû bi dest xistiye û zêdetirî 200 dron li ser asmanê xwe xistine xwarê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Cîgirê Parêzgarê herêma Belgorodê ya Rûsyayê, Aleksandr Shuvayev, ragihand ku di encama êrîşeke mûşekî ya Ukraynayê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane û 4 kesên din jî birîndar bûne ku di nav wan de zarokekî 14 salî jî heye.

Li aliyê din, Parêzgarê herêma Khersonê Volodymyr Saldo diyar kir ku dronên Ukraynayê li nêzî herêma Druzhbivka rasterast wesayîteke sivîl kiriye hedef. Di vê êrîşê de du karsazên ku ber bi bajarê Melitopolê ve diçûn da ku ji bo firotgeha xwe kelûpêlan bikirin, di cih de jiyana xwe ji dest dan.

Rûsyayê Du Gund Kontrol Kirin û 3 Keştî hedef girtin


Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku hêzên wan gundê Kudiyivka li herêma Kharkivê û gundê Pervomayivka li herêma Donetskê bi tevahî xistine bin kontrola xwe. Her wiha hat ragihand ku di nav 24 saetan de 1390 leşkerên Ukraynayê ji qada şer hatine dûrxistin .

Li bendergeha Odesayê jî, artêşa Rûsyayê ragihand ku wan sê keştiyên barhilgir û du tankerên neftê yên ku ji aliyê hêzên Ukraynayê ve dihatin bikaranîn, kirine hedef û rûxandine.

Zêdetirî 200 Drone Hatin Xistin

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, pergalên berevaniya esmanî di nava şeva borî de rûbirûyî êrîşeke berfireh a dornan bûne. Di encamê de 205 dronên Ukraynayê li ser asmanê herêmên wekî Astrakhan, Belgorod, Bryansk, Voronezh, Kursk, Rostov û herêma Krîmeyê hatine tespîtkirin û rûxandin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye