Piştî bersiva Îranê wê xuya bibe aştî an şer wê berdewam bike.
Ajansa Nûçeyan a Komara Îslamî ya Îranê- IRNA ya Îranê ragihand ku Tehranê îro bi rêya navbeynkarê Pakistanê bersiv da pêşniyara dawî ya Amerîkayê ya der barê bidawîkirina şer de.
Di pêşniyarê de tê gotin ku danûstandinên di vê qonaxê de wê li ser mekanîzmeyên bidawîanîna şerê li herêmê bin.
Wezareta Derve ya Îranê diyar kiribû wê bersiv piştî temamkirina nirxandina dawî ya pêşniyarên Amerîkayê were dayîn.
Serokwezîrê Pakistanê behsa gera yekem a danûstandinên di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî de li Îslamabadê kir û got:
"Em bi coş û biryardariyeke bê şik hewl didin ku aştiyê bînin cîranê xwe û beşdarî pêkanîna ewlehiya mayînde li herêmê û cîhanê bibin."
Her wiha Serfermandarê Artêşê, Asim Munir, piştrast kir ku wan bersiva herî dawî ji Îranê wergirtiye.
Serfermandarê Artêşê tekez kir ku Pakistan wê hewildanên xwe yên dilsoz ji bo alîkariya avakirina aştiyê bidomîne.