Berpirsê Şaneya Ewlehî ya Operasyona Hevpar ya Îraqê Seed Meen diyar kir ku hebûna hêzên biyanî ya li Îraqê bi taybet li Kerbela û Necefê red dikin.
Seed Mein ragihand ku bûyera li Çolistanên Kerbela, Rojhilatê Nuxîb û Necefê di 5’ê Adara 2026’an de pêk hatine û got:
"Diwê demê de hêzên ewlekariyê ya Îraqê di operasyonê de bûn.
Komeke ne naskirî û bê fermîbûnê bi hêzên esmanî alîkariya wan dihate kirin.
Di encamê de leşkereke ewlehiyê jiyana xwe ji dest da û du kes jî birîndar bûn."
Meîn anî ziman ku ew hebûna hêzên biyanî ya li çolistanê Îraqê red dikin.
Berpirsê Şaneya Ewlehî yê diyar kir ku piştî bûyerê operasyonek li wî cihê pêk anîn, lê ne ti leşker û ne jî ti amûreke leşkerî li wî cihî nedîtine.
Hêjayî bibîr xistinê ye ku The Wall Street Journal idîa kiriye ku Îsraîlê ji bo piştgiriya operasyonên hewayî yên li dijî Îranê baregeheke leşkerî ya veşartî li çola Îraqê ava kiriye.
Heman çavkaniyê îdiakir ku baregeh bi agahdariya DYA’yê hatiye avakirin.