Rûsya û Koreya Bakur, plan dikin ku di demeke nêzîk de pireke bejahî ya nû vekin ku her du welatan bi hev ve girê dide.
Ev pir, li ser çemê Tumen tê avakirin û dê girêdana rast a erebeyan di navbera Rûsya û Koreya Bakur de çêbike.
Li gorî agahiyan, dirêjahiya pirê nêzîkî 850 metreyan e.
Bi vê projeyê re, erebe û kamyon dê karibin bi hêsanî di navbera her du welatan de derbas bibin.
Ev jî dê bazirganiya di navbera her du welatan de zêde bike.
Karê li ser vê pirê di sala 2025´an de dest pê kiribû û niha piraniya wê qediyaye.
Hat diyarkirin ku ev pir dê di havîna 2026´an de were vekirin.
Hin rapor jî, diyar dikin ku dîroka vekirinê dikare di 19´ê hezîrana 2026´an de, be.
Projeya pirê ne tenê ji bo aboriya her du welatan girîng e, lê wateyeke wê ya siyasî jî heye.
Ev pir wekî nîşaneyeke nêzîkbûna siyasî ya her du welatan jî tê dîtin.
Di van salên dawî de, Rûsya û Koreya Bakur têkiliyên xwe gelekî zêde kirine.
Di sala 2024´an de jî wan peymaneke stratejîk îmze kiribûn ku armanca wê xurtkirina hevkariya wan bû.