Serokê Amerîkayê Donald Trump di merasîma veberhênana 3,7 milyar dolarî ya kompanyaya "Anduril" de li ser fîloya jêrderyayiyên nûkleerî axivî û bal kişand ser rageşiya bi Îranê re, û destnîşan kir ku divê ev kar were bidawîkirin.
Trump diyar kir ku bersiva vê yekê dê di demeke nêz de were fêmkirin, her wiha anî ziman ku Tengava Hurmuzê di bin kontrola Hêzên Deryayî yên Amerîkayê de ye.