Li Meksîkayê qeza: 10 kes mirin

Li Meksîkayê di qezaya trên û otobusê de 10 kesan jiyana xwe ji dest da û 41 kesên din jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rayedarên Meksîkî ragihandin ku di encama lihevketina trênê li xaçerêyeke trênê li bajarê Meksîko de, herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest da û ji wan 4 bi giranî, bi giştî 41 kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeyên medyaya herêmî, li herêma pîşesaziyê ya Atlacomulcoyê otobuseke duqat a rêwiyan dema hewl dida di ser rêya hesinî re derbas bibe li trêneke barhilgir qelibî.

Heman çavkaniyê eşkere kir ku gelek ambulans û tîmên agirvemirandinê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Koordînatorê Giştî yê Parastina Sivîl li Eyaleta Meksîkayê Adrian Hernandez diyar kir ku şofêrê otobusê li ser daxwaza dozgerê giştî yê herêmî hatiye girtin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24