Artêşa Amerîkayê bi dehan navendên leşkerî yên Îranê armanc kir

Şerê di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê de careke din ber bi gurbûnê ve diçe. Artêşa Amerîkayê ragihand ku wan 7 seatan bê navber êrîş li ser bi dehan navendên leşkerî yên Îranê pêk anîn. Ji aliyekê din, medyayên Îranê eşkere kirin ku Pasdarên Îranê êrîşî baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Kuweyt, Behreyn û Urdunê kir.

reset font size increase font size

Rageşiyên leşkerî di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê de, her ku diçe, gurtir dibin.

Di êrîşên nû yên roja çarçemê de, hêzên Amerîkî êrîşî bajarê Bûşehrê yê li başûr-rojavayê Îranê kir.

Li gorî ajansa nûçeyan a ÎRNA’yê, Parêzgarê Bûşehrê Mihemed Mozaffari diyar kiriye ku artêşa Amerîkî li Bûşehrê êrîşî 3 cihan kiriye.

Di vê çarçoveyê de, Artêşa Amerîkayê da xuyankirin ku wan pêleke êrîşan li dijî Îranê pêk anî ku 7 seatan ji şeva sêşemê û heta sibeha çarşemê berdewam kir.

Di daxuyaniya artêşa Amerîkayê de hat gotin ku bi dehan navendên leşkerî yên nêzîkî Tengava Hurmizê û deverên beravê li Îranê hatin armanckirin.

Di encama êrîşên Amerîkayê de 13 leşkerên Îranî û 30 sivîl hatin kuştin

Di encama êrîşên Amerîkayê de û li gorî daxuyaniya Berdevka Hikûmeta Îranê Fatima Muhajeranî, 30 sivîl hatin kuştin.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, heta niha 260 kes di encama êrîşên nû yên Amerîkayê de birîndar bûne.

Her wiha di milê leşkerî de jî, televizyona fermî ya Îranê ragihand ku di encama armanckirina Amerîkayê ya baregeheke leşkerî ya li Îranşerê de, 7 leşkerên Îranî hatin kuştin û 13 jî birîndar bûne.

Îranê li dijî baregehên Amerîkî êrîş pêk anî

Di bersiva van êrîşan de, artêşa Îranê jî, êrîşên nû li ser baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Kuweyt, Beheryn û Urdunê pêk anîn.

Der barê êrîşên li ser Kuweytê de, ajansa Îranî Tesnîmê belav kir ku Supaya Pasdarên Îranê li ser navendeke piştgiriya leşkerî û lojîstîkê ya Amerîkayê ya li herêma "Bendergeha Ebdullah" pêk aniye.

Li Beherynê, ajansê da zanîn ku pasdaran navendeke fermandarî û kontrolê, embar û dezgehên sotemeniyê yên ku ji hêla Flota Pêncem a Amerîkayê ve tên bikar anîn, armanc kirine.

Her wiha li Urdunê jî, li gorî agahiyên medyayên Îranê, Baregeha Asmanî ya Ezreq hatiye armanckirin.

Ajansê angaşt kir ku balafirên bêpîlot ên Îranê herêmek ku balafirên şer ên F-18 lê bi cih bûbûn, avahiyeke niştecihbûnê û hangareke mezin a amûran ku girêdayî artêşa Amerîkî bû, bombebaran kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye