Di civînê de li ser pêşeroja têkiliyên ewlehî û leşkerî yên di navbera Bexda û Washingtonê de nîqaş hat kirin.
Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Heggs piştî civînê li ser hesabê xwe yê X’ê got:
“Ji bo xurtkirina hevkariya di navbera herdu welatan de, divê Îraq bi tevahî serweriya xwe biçespîne.”
Dîsa Heggs diyar kir ku erka leşkerî ya hevpeymana navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê li Îraqê bi dawî dibe, lê divê hêzên ewlehî yên li Îraqê dawiyê li DAIŞ’ê bînin.
Her wiha got ku di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de wê pêşmerge û hêzên Îraqê bi hev re tev bigerin.
Wezîrê Şer ê Amerîkayê tekez kir ku avakirina Îraqeke aram, dê deriyê hevkariya bazirganî ya bihêztir û hevrêziya parastinê ya kûrtir di navbera herdu aliyan de veke.