Ev çend roj in ku şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de, berdewam dike.
Ev şer bandor li ser hemû herêma derdorê jî dike.
herêma herî zêde rastî êrîşê hat yek jê jî Başûrê Kurdistanê û Îraq e.
Duh, 6 caran êrîşî Silêmaniyê hat kirin.
Li Zirgwêzê êrişî Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê hat kirin
Di derengiya şevê de, du caran li Zirgwêzê êrişî Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê hat kirin.
Êrîş li nêzî otêla Titanic pêk hat.
Li gorî agahiyan, di her du êrîşan de, pêşmergeyeke komeleyê, jiyana xwe ji dest daye.
Fermandariya hêzên 70’ê ya li Silêmaniyê hat armancgirtin
Di heman demê de, Fermandariya Hêzên 70’ê ya li Silêmaniyê, bi dronekê hat armanc girtin.
Çavkaniyên herêmê eşkere kirin ku di vê êrîşê de ti ziyanek çênebûye.
Piştî êrîşan bi demekê, Koma Seraya Ewliya bi daxuyaniyekê, ev êrîşên li Silêmaniyê, girt ser xwe.
Li Bexdayê dengê teqînên bihêz hate bihîstin
Li Bexdayê jî, hat ragihand ku di saetên şevê de, li navenda Bexdayê, dengê teqînên bihêz hate bihîstin.
Piştî bihîstina dengan, Konsulxaneya Amerîka zengilê agahdarkirinê lêda.
Piştre sîstema parastinê ya esmanî kete dewreyê.
Lê sedema teqîna û encam nehat zelal kirin.