Ji Devlet Bahçelî peyama pêvajoyê

Bahçeli diyar kir ku Qanûna Çarçoveyê ne dawiya pêvajoyê ye, destpêka qonaxeke nû ye û anî ziman ku dikare cîbicîkirina biryarên Dadgeha mafên mirovan a ewropayê û afirandina şert û mercên ku dê berdewamiya piştgiriya Abdullah Ocalan a ji pêvajoyê re peyda bikin dibe ku were rojevê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçeli, piştî Qanûna Çarçoveyê ya ku di çarçoveya pêvajoya çareseriya pirsgrêka Kurd de di TBMM'ê de hat qebûlkirin, nirxandinên nû kirin.

Bahçeli got ku "Qanûna Piştevaniya Neteweyî û Yekparebûna Civakî" ya ku bi dengê 467 parlamenteran hat qebûlkirin asteke girîng e.

Bahçeli bi taybetî teqez kir ku bi qebûlkirina qanûnê re pêvajo bi dawî nebûye. 

Bahçelî: Qebûlkirina qanûnê destpêka pêvajoyeke nû ye

Bahçeli diyar kir ku, asta ku bi qebûlkirina qanûnê re hatî gihiştin "ne encamek e, ji bo sazûmankirinên ku di aliyê hiqûqî û îdarî de divê werin kirin destpêka qonaxeke nû ye".

Bahçeli di vê çarçoveyê de ev îfade bi kar anîn:

"Ji nû ve nirxandina mijarên nîqaşî yên ku cîbicîkirina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî di nav de ye û çalakkirina xebatên der barê pêkanîna edaletê de dikare were rojevê."

Bahçeli diyar kir ku di qonaxa piştî vê de, avêtina gavên din ên di rapora Komisyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya meclisê de cih digirin û çêkirina sazûmankirinên qanûnî û îdarî yên ku pêdivî bi wan heye di "girîngiya krîtîk" de ye.

Bahçelî: Ji bo Ocalan afirandina şert û mercan 

Sernavekî din ê di daxuyaniyên Bahçeli de jî derbarê Abdullah Ocalan de bû.

Bahçeli diyar kir ku Ocalan di biryara fesihkirin û çekdanîna PKK'ê de fonksiyoneke girîng bi cih aniye û got:

"Abdullah Ocalan ê ku bi 'Banga Aşîtî û Civaka Demokratîk' a ku wekî rêberiya damezirîner a PKK'ê kirî re di biryara fesihkirin û çekdanîna PKK'ê de fonksiyoneke girîng bi cih anî, divê şert û mercên ku dê muhtemel bikin ku di serdema bê de jî piştgiriyê bide pêvajoyê werin afirandin."

Bahçeli her wiha di berdewamiya axaftina xwe de got ku pêvajo divê qada siyasetê fireh bibe û pergaleke ku reqabeta siyasî di çarçoveya sînorên demokratîk de tê meşandin were ava kirin.

"Pêkanîna aştî û biratiyê"

Bahçeli di daxuyaniyên xwe de got ku yek ji armancên pêvajoyê jî "pêkanîna aşîtî û biratiyê" ye. Bahçeli ku "Tirkiyeya Bêteror" wekî polîtîkayeke dewletê bi nav kir, anî ziman ku pêvajo di heman demê de "pêngava demokratîkbûn û pêşketinê" ye.

Bahçeli teqez kir ku di pêvajoyê de "ti bazarîyeke dizî û veşartî" nîne û got ku qanûn ne sazûmankirina efûyê ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye