Piştre tevî statuya wî ya penabertiyê a siyasî ya li Qibrisê jî, radestî Almanyayê hat kirin.
Wek hinceta biryarê îdîayên ku Ayaz xwe pêşandanên aştiyane yên têkildarî çand û mijarên mirovî yên Kurdî organîze kiriye û beşdarî wan bûye, hat nîşandan.
Parêzera Ayaz Antonia Von Der Behrens bal kişand ser wê yekê ku biryara daraza Almanî, xala 11’an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ya derbarê azadiya kombûn û rêxistinbûnê û xala 6’an a ku mafê darizandina adil saz dike, îxlal kiriye.
Ayaz, di Îlona 2025’an de dîsa ji Almanyayê vegerandiye Qibrisê û niha li Girtîgeha Navendî ya Lefkoşeyê ya li Qibrisê tê ragirtin.