Berpirsê Ragihandin û Peywendiyên Balafirxaneya Celal Talebanî ya li Silêmaniyê, Dana Mihemed derbarê destpêkirina geştên hewayî de agahî parve kirin.
Dana Mihemed diyar kir ku piştî 40 rojî, îro danê sibehê yekem geşta hewayî ji balafirxaneyê ber bi Urdunê ve hatiye birêvebirin û îro geşta vegerê jî pêk tê.
Li gorî bernameya Desteya Balafirxaneya Sivîl a Îraqê dê geştên Balafirxaneyê di rojên pêş de jî berdewam bikin.
Ji ber şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, bi biryara Desteya Balafirxaneya Sivîl a Îraqê, hemû geştên balafirxaneyên Îraqê hatibûn rawestandin.