Ji duh ve bi hezaran kes, ji her çar parçeyên Kurdistanê, ji bo tevlî pîrozbahiyê bibin, berê xwe didin Binarê Qendîlê.
Qada pîrozbahiyê bi alên PKK, KCK û wêneyên Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan û şehîdan hatiye xemilandin.
pîrozbahiya Cejna Berxwedana Neteweyî destpê kiriye û bi coşek mezin dewam dike.
peyama Meclisa Gel ya Binarê Qendîlê ji aliyê Hevseroka Meclisa Gel ya Binarê Qendîlê Lavan Mistefa ve hate xwendin.
Piştî peyamê hunermend Ferman Hewramî, Îbo Qamişlo, Koma Awazê Çiya derketin ser dîkê û bi stranên xwe coşek mezin dan pîrozbahiyê.
Di van kêliyan de şahî bi coşek mezin dewam dike.