Şerê ku ji aliyê DYA û Îsraîlê ve li dijî Îranê hatiye destpêkirin berdewam dike.
Yekem mûşeka ku ji aliyê Îranê ve ber bi qada hewayî ya Tirkiyeyê ve hatiye avêtin li Hatayê û ya duyem jî duh li Gazîantepê hat xistin.
Di herdu bûyeran de jî tu qurbanî û birîndarî tune bûn.
Lê belê, NATO'yê biryar da ku ji ber van pêşketinan tedbîrên parastinê yên ji bo Tirkiyê zêde bike.
Di çarçoveya vê yekê de, biryar hat dayîn ku pergala Patriot li Meletiyê were bicihkirin.
MSB'ê li ser vê mijarê daxuyaniyek da got:
"Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê bi tevahî pabend in ku ewlehiya welatê me û welatiyên me misoger bikin.
Bi berçavgirtina pêşketinên dawî yên li herêma me, tedbîrên pêwîst ji bo ewlekirina sînor û qada hewayî ya me têne girtin û bi NATO û Hevpeymanên me re şêwir têne kirin.
Ji bilî tedbîrên neteweyî yên ku me girtine, NATO tedbîrên xwe yên parastina hewayî û mûşekî zêde kiriye.
Di vê çarçoveyê de, pergaleke Patriot, ku ji bo piştgiriya parastina qada hewayî ya me hatiye destnîşankirin, li Meletiyê tê bicihkirin.
Welatê me, ku şiyanên xwe yên parastin û ewlehiyê di asta herî bilind de diparêze, dê berdewam bike ku pêşketinên di hevkarî û şêwirmendiya bi NATO û Hevpeymanên me re binirxîne û dê ji bo aştî û aramiya herêmî hewl bide."