Ji ber şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, bandoreke mezin li ser Başûrê Kurdistan û Îraqê çêbûye.
Lewma gelek balyozxane û welatan, ji welatiyên xwe yên li Îraqê xwestin ku ji Îraqê derkevin.
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê jî gelek caran hişyarî daye welatiyên xwe yên li Îraqê.
Îro jî Balyozxaneyê bi rêya hesabê xwe yê X`ê daxuyaniyek belav kir.
Daxuyaniyê, diyar kir ku dibe "mîlîsên terorîst ên îraqî" yên girêdayî Îranê, di nav 24-48 demjimêran de li navenda Bexdayê êrîşan pêk bînin.
Hat destnîşankirin ku Îran û mîlîsên wê li gelek herêmên Îraqê, Başûrê Kurdistanê jî di nav de, êrîşên berfireh dibin ser welatiyên amerîkî.
Hat gotin ku ev kom dikarin welatiyên Amerîkayê, şirket, zanîngeh, saziyên dîplomasiyê, binesaziya enerjiyê, otêl, balafirgeh û saziyên Îraqê û cihên sivîl bikin hedef.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku milîsan bi armanca revandinê jî, amerîkî kirine hedef û ji welatiyên Amerîkayê hat xwestin ku “yekser ji Îraqê derkevin.”
Balyozxaneya Amerîkayê rexne li Hikûmeta Îraqê kir
Balyozxaneyê, got ku Hikûmeta Îraqê nikare rê li ber "êrîşên terorî" yên li Îraqê derdikevin, bigire.
Her wiha da zanîn ku hinek komên çekdar bi hikûmeta Îraqê ve girêdayî ne û hinek êrîşkar nasnameyên karmendên hikûmetê bi kar tînin.
Balyozxaneyê ji welatiyan xwest ku ji ber metirsiyên ewlehiyê serdana balyozxaneya li Bexdayê û konsulxaneya giştî ya
li Hewlêrê nekin.
"Neçin îraqê"
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku hişyariya geştê ya asta 4`an ji bo Îraqê didome û bangî welatiyan hat kirin:
"Ji bo ti sedeman neçin Îraqê.
Heger hûn li wir bin yekser derkevin."
Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê, beriya çend rojan jî bangî welatiyên xwe kiribû û xwestibû ku “demildest” ji Îraqê derkevin.