Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, di civîna xwe ya 15-16'ê Îlonê de biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên ji bo Hevserokên Giştî yên HDP'ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag nirxand û qebûl kir. Komîteyê bang li Enqereyê kir ku demildest her du siyasetmedarên Kurd serbest berde.
Komîteyê di biryara xwe de bangî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê kir û Xala 46'an bi bîr xist. Li gorî vê xalê, hat destnîşankirin ku hemû dewletên endamên peymanê neçar in ku li gorî biryarên dadgehê tevbigerin û şertên qanûnî bi cih bînin.
Di civînê de bal hat kişandin ser qanûna çarçoveyî ku di Parlamentoya Tirkiyeyê de derbas bibû. Di biryarê de hat gotin ku piştî pêkanîna vê qanûnê, divê cezayê kesên di dozên PKK/KCK'ê de hatine girtin bê taloqkirin.
Komîteya Wezîran li ser vê mijarê daxwaz ji Tirkiyeyê kir ku têkildarî girtina Selahattîn Demîrtaş agahdarkirineke berfireh bide, daku ew jî bikaribe ji mafên vê qanûna çarçoveyî sûd wergire û demildest azad bibe.