Supaya Pasdaran: Tengava Hurmizê ji bo keştîyên sivîl vekirî ye

Supaya Pasdaran ragihand ku ew ê dîtina keştiyên şer, li Tengava Hurmizê wekî binpêkirina agirbestê bihesibîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Ajansa Fars ve hatiye weşandin, Supaya Pasdaran tê de got:

"Her hewldanek nêzîkbûna keştiyên leşkerî ji Tengava Hurmizê ve, wê wekî binpêkirina agirbestê were hesibandin û kesên berpirsiyar wê bi cezayên giran re rû bi rû bimînin."

Her wiha daxuyaniyê tekez kir ku tengav li gorî rêziknameyên taybet ji bo derbasbûna ewle ya keştiyên sivîl vekirî dimîne.

Berî wê, Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku Amerîka wê dest bi dorpêçkirina Tengava Hurmizê bike.

Her wiha Donald Trump tekez kir ku Îraniyek bi guleyan li me yan li keştiyên aştiyane bixe wê were kuştin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye