Li Kolombiyayê, Konseya Hilbijartinê ya Neteweyî (CNE), Abelardo de la Espriella yê rastgir ê tundrew wekî serokê hilbijartî yê welêt ragihand.
Jaime Hernando Suarez, qeydkarê wekaletê ku berpirsyarê hilbijartinan e, bi fermî ragihand ku Abelardo de la Espriella ji 2026’an heta 2030’î wekî serokê Kolombiyayê û Jose Manuel Restrepo jî wekî cîgirê serok hatiye hilbijartin.
Serokê CNE Cristian Quiroz di merasîma ragihandinê de got:
"Îro, CNE di demokrasiya me de yek ji gavên herî girîng û dîrokî temam kir.
Pêvajoya hejmartina dengan a neteweyî ji bo gera duyem a hilbijartinên serokatiyê bi dawî bû.
Ez dixwazim tekez bikim ku ev hejmartina giştî ne tenê pêvajoyeke burokratîk e, lê verastkirina herî hişk a vîna gel e."
Komîteya Hilbijartinê ya Neteweyî ragihandibû ku di gera duyem a hilbijartinên serokatiyê de, namzetê rastgir Espriella ji sedî 49.66 deng wergirtin, di heman demê de namzetê çepgir Ivan Cepeda 48.70 deng wergirtin.
Esbriella, ku ji hêla CNE ve bi fermî wekî serokê hilbijartî hatiye ragihandin, dê di 7’ê tebaxê de ji serokê heyî Gustavo Petro dest bi kar bike.
Di vê navberê de, Petro îdia kiribû ku hilbijartin bi sextekarî hatine kirin û daxwaza jinûvehejmartinê kiribû.
Rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, bi taybetî di sala borî de, siyaseteke fişarê li ser rêveberiya Petro pejirand.
Serkeftina De La Espriella Kolombiya kir welatê herî dawî li Amerîkaya Başûrî ku ber bi rastgiriyê ve çû.