Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, di daxuyaniyeke çapemeniyê de ku ji aliyê ajansa nûçeyan a "Mehr" ve hatî weşandin, tekez kir ku niha tu danûstandinên fermî an nerastserast ji bo vejandina peymana nûklerî ligel aliyê Amerîkî nayên meşandin.
Eraqçî destnîşan kir ku heta "binpêkirinên Amerîkayê yên li ser peymana demkî" bi dawî nebin û Waşîngton pênasîna mafên Îranê neke, vegerandina ser maseya muzakereyan ne gengaz e.
Eraqçî eşkere kir ku peywendiyên niha tenê ji bo rûbirûbûna rewşên awarte û bi riya welatên sêyem wekî navbeynkar tên birêvebirin, lê ev yek nayê wateya destpêkirina pêvajoyeke nû ya dîplomatîk di navbera her du welatan de.