"Artêşa Amerîkayê xwe amade dike ku êrîşî tankerên Îranê bike"

Serokê Amerîkayê ji bo aloziya nû ya li dora Tengava Hurmizê û dan û standinên bi Îranê re, li Koşka Spî, civînek li dar xist. Her wiha berpirsên Amerîkî jî, ragihandin ku artêşa Amerîkayê di rojên pêş de xwe amade dike ku êrîşî tankerên neftê yên girêdayî Îranê bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî ajansa RT eşkere kiriye, rayedarên Amerîkî dane xuyakirin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo aloziya nû ya li dora Tengava Hurmizê û dan û standinên bi Îranê re, li Odeya Operasyonan a Koşka Spî, civînek li dar xist.

Li gorî agahiyan, di vê civînê de,Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance, Wezîrê Derve Marco Rubio, Wezîrê Şer Pete Hegseth, Wezîrê Xezîneyê Scott Bisent, Seroka Karmendên Qesra Spî Suzy Wilms, nûnerê Qesra Spî Steve Witkopf, Rêvebirê CIA John Ratcliffe, û Serokê Serfermandarên Hevbeş Dan Keane amade bûn.

BBC: Tehran pêşniyarên nû yên Amerîkayê dinirxîne

BBC jî, ragihand ku Encumena Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê diyar kiriye ku Tehran "pêşniyarên nû" yên ku ji Amerîkayê wergirtine, dinirxîne, û di heman demê de teqez kir ku ew ê di dan û standinan de ti tawîzan nedin Washingtonê.

Ev di demeke krîtîk de tê, ji ber ku tê payîn agirbest di 3 rojan de bi dawî bibe, û hîn jî dîrokek ji bo civîneke nû di navbera danûstandkarên Amerîkî û Îranî de nehatiye destnîşankirin.

Rojnameya Amerîkî “The Wall Street Journal” di raporeke xwe de, eşkere kir ku Artêşa Amerîkî qada operasyonên xwe ya deryayî berfireh dike ku heta herêmên derveyî Rojhilata Navîn jî bigire nav xwe.

Di raporê de hat destnîşankirin ku operasyonên plankirî dikarin ji Tengava Hurmiz û Kendavê dûrtir pêk werin.

Di heman demê de, vê raporê da xuyakirin ku hêzên Amerîkî dorpêça deryayî li ser Îranê ferz dikin, da ku  zextên aborî li ser wê zêde bike û wan neçar bike ku  di  danûstandinan de, bi Washington re tawîzan bide û riya sereke ya keştîvaniyê ji nû ve veke.

Rayedarekî îstîxbarata herêmî ji Fox Newsê re got ku Tengava Hurmizê niha bi tevahî di bin kontrola Pasdarên Şoreşa Îranê de ye û piştrast kir ku rêya avê ya stratejîk di vê gavê de bi tevahî girtîye.

Îro jî, hin keştiyên ku xwestin di Tengava Hurmizê re derbas bibin, ji aliyê Hêzên Deryayî yên Îranê ve, rastî êrîşan hat.

Ev yek jî, piştî tundkirina kontrola li ser Tengava Hurmizê ji aliyê Îranê ve, hat.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye