Netanyahu 3 merc ji bo Îranê destnîşan kir

Di daxuyaniyekê de, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu behsa êrîşên li ser Libnan û başûrê Sûriyê û danûstandinên plankirî yên bi Îranê re kir. Her wiha Netanyahu ji bo gihîştina rêkeftinkê bi Îranê re 3 şert destnîşan kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Di daxuyaniyekê de derbarê danûstandinên ku ji hêla Pakistanê ve têne piştgirîkirin, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu destnîşan kir ku divê Îran hilberîna uranyuma dewlemendkirî ya xwe ji holê rake û operasyonên xwe rawestîne û Tengava Hurmizê ji nû ve veke.

Her wiha Serokwezîrê Îsraîlê got ku; em ji bo hemû senaryoyan di rewşa her paşketinekê de amade ne, di nav de îhtîmala êrîşên nû jî.

Di derbarê danûstandinên ku ji hêla Amerîkayê ve bi Îranê re têne piştgirîkirin, Netanyahu got:

"Hevpeymanên me yên Amerîkî me bi berdewamî li ser têkiliyên bi Îranê re agahdar dikin.

Armancên me li hev dikin."

Di heman demê de, çapemeniya Îranê ragihand ku danûstandinên bi Amerîka re dê piştî civîna bi şandeya Pakistanî re dest pê bikin.

 

Êrîşên li ser Libnanê berdewam dikin

 

Di danûstandinên rasterast bi Libnanê re, Netanyahu diyar kir ku armanca wan "bêçek kirina Hizbullahê û avakirina aştiyek mayînde" ye, bêyî ku li ser agirbestek potansiyel şîrove bike.

Netanyahu rave kir ku artêşa Îsraîlê êrîşên xwe li başûrê Libnanê didomîne û balê dikişîne ser bajarokê Bint Jbeil.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu da zanîn ku wan biryar daye dagirkirina xwe ya başûrê Libnanê ber bi Çiyayê Şêx li Sûriyê ve berfireh bikin û got ku ev "ji bo piştgiriya Durzîyan" e.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye