Artêşa Îsraîlê êrîşên xwe li dijî Şerîda Xezeyê berdewam dike, îro jî di encama êrîşan de bi dehan kuştî û birîndar hene.
Televîziyona El Cezîra ragihand vê sibê li Xezeyê 18 kes di êrîşên hewayî yên Îsraîlê de hatin kuştin.
DI ŞERÊ LI XEZEYÊ DE 4 LEŞKERÊN ÎSRAÎLÎ BIRÎNDAR BÛN
Her wiha çapemeniya Îsraîlê eşkere kir ku vê sibê 4 leşkerên wan di êrîşên li ser Taxa Şucaiyê ya Xezeyê de birîndar bûne.
Tevî van bûyeran jî hewildanên aliyan hene ku li Xezeyê agirbestekî pêk bînin.
STEVE WITKOFF: DANÛSTANDINÊN JI BO AGIRBESTA XEZEYÊ DIDOMIN
Nûnerê Rojhilata Navîn ê Amerîkayê Steve Witkoff jî derbarê hewildanên agirbesta Xezeyê de da xuyakirin ku danûstandinên bi armanca agirbesta li Şerîda Xezeyê, pevguhertina girtiyan berdewam dike.
HÊZÊN ÎSRAÎLÊ XWE JI MORAGÊ DIKIŞÎNE LÊ WÊ LI REFAHÊ BIMÎNE
Ajansa i24NEWS jî derbarê nexşerêya agirbest û pevguhertina dîlgirtiyan de ev agahî ji raya giştî re parvekir:
``Wê hêzên Îsraîlê xwe li eniya Moragê bikişîne. Lê wê hebûna hêzên Îsraîlê li Refahê berdewam bike.
Ev gava Îsraîlê ji bo gihîştina lihevkirinekî hêvî daye aliyên navbeyînkar.``